Zerîf bertek nîşanî Trump da

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji ber daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya der heqê welatê wî da got ku ew yek "dînîtiya" rêveberiya Amerîkayê nîşan dide.

Zerîf bertek nîşanî Trump da

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bertek nîşanî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya got ku "Îran ji bo mayîna xwe têdokişe" da.

Zerîf li ser hesabê xwe yê Twîtterê bersiva daxuyaniya Trump da û got: "Wekî şeytan nîşandana du fikrên berevajî hev ên Îran 'Rojhilata Navîn bi dest dixe û yan jî ji bo mayînê têdikoşe' nîşaneya demagojiya têkçûna wijdanê û dînîtiya Amerîkayê ye."

Zerîf got ku welatê wî "li herêmê her tim bi îstiqrar xurt be û aktortiya xwe ya bi berpirsyarî ya herêmê jî" wê bidomîne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh li Qesra Spî daxuyanî da û got: "Dema ez hatim ser wezîfeyê pirs ew bû ku wê Îran kîngê li Rojhilata Navîn bibe serdest lê niha pirs ew e ku gelo wê bikaribin li heyatê bimînin. Di nav sal û nîvekî da ferqeke mezin heye."

 

 


AA

Dîroka nûkirinê: 31 Tebax 2018, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE