Zilamê herî kal ê dinyayê di 112 saliya xwe da mir

Chitetsu Watanabe li Niigataya herêma Japonyayê di mala kal û pîran da dima. Rayedarên Guinnessê di 12ê sibatê da sertifîka danê. Watanabe di 5ê adara 1907an da hatiye dinyayê û çend roj mabû ku bikeve 113 saliya xwe, lê mir.

Zilamê herî kal ê dinyayê di 112 saliya xwe da mir

 Chitetsu Watanabeyê 112 salî ku Guinnessa Rekorên Dinyayê wek "zilamê herî kal ê dinyayê" qebûl dike, mir.

Chitetsu Watanabe li Niigataya herêma Japonyayê di mala kal û pîran da dima. Rayedarên Guinnessê di 12ê sibatê da sertifîka danê. Watanabe di 5ê adara 1907an da hatiye dinyayê û çend roj mabû ku bikeve 113 saliya xwe, lê mir.

Rayedaran piştrast kir ku Watanabe di 23yê sibatê roja yekşemê mir.

Li gor nûçeya rojnameya Mainichiyê ya Japonyayê 5 zarok û 12 nevî, 16 nevîçirk û nevîçirçirkekî Watanabe heye. 

Watanabe li ser pirsa raza temendirêjiyê çi ye wiha gotibû, "Hêrs nebin û bibişêrin."

Watanabe wek zarokekî cotkaran hatiye dinyayê, di 20 saliya xwe da çûye Tayvanê û 18 salan li wê derê maye, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn vegeriyaye Niigatayê.

Watanabe heta 10 sal berê jî dara bonsaiyê xayî kiriye.

Li dinyayê meriva herî emirdirêj Kane Tanakaya Japon e û emrê wê 117 sal e.  

Li gor Guinnessa Rekorên Dinyayê li dinyayê heta niha meriva/ê ku herî zêde emir kiriye û hatiye qeydkirin, Jeanne Louise Calmenta Fransiz e. Calmentê 122 sal emir kiriye û di 1997an da miriye.AA

Dîroka nûkirinê: 25 Çile 2020, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE