Komkujiyên rejima Esed ev 9 sal in li Sûriyeyê dewam dikin. gelek bajar wêran kirin, zarok sêwî hiştin û astengdar kirin. ji wan zarokan çavên yumneya 11 salî û xwîşka wê sîdraya 9 salî baş nabînin.
Herdu xwîşk Yûmne û Sîdra ji bajarê Îdlibê ne.
Ji ber topbaran rejima Esed û gaza kîmyewî çavên wan baş nabînin.
Çavên Yûmneya 11 salî ji ber êrîşa kîmyewî ya 4 sal ewil, roj bi roj zeyîf bûn.
Yûmne niha nikare pêşiya xwe bibîne.
Ev salek e ku çavên xwîşka wê Sîdrayê jî baş nabînin.
Her çi qas li nexweşxane û diktorn gerandin jî rewşa wan çêtir nebû.
Rewşa birayê wan Mihemmedê 7 salî jî ne baş e.
Dayika dil bi qul Xensa Mihemed li bend alîkariya xêrxwazan e da ku tedawiyek ji bo zarokên wê bê dîtin.
Ew dixwazin bên Tirkiyeyê û zarok bên dermankirin.