Zilma Israîlê ya li ser Filistîniyan

Zilm û neheqiya Israîlê ya li ser filistîniyan dewam dike. Polîsên israîlê li Qudsa Rojhilat, 3 zarokên Filistînî bin çav kirin. Di hepsên Israîlê de nêzî 200 zarokên Filistînî hene.

Zilma Israîlê ya li ser Filistîniyan

Zilm û neheqiya Israîlê ya li ser filistîniyan dewam dike. Polîsên israîlê li Qudsa Rojhilat, 3 zarokên Filistînî bin çav kirin. Di hepsên Israîlê de nêzî 200 zarokên Filistînî hene.

Israîlê ne dibêje zarok ne jî dibêje pîrek e, li ser Filistîniyan zilm û zordariyê dike.

Polîsên Israîlê li Qudsa Rojhilat, li herêma Bajarê Qedîm 3 zarokên Filistînî bi zorê binçav kirin.

Hin Filistîniyan bertek nîşan dan û midaxele kirin. Di navbera wan de rageşî derket.

Derbarê binçavkirinê de tu agahî nehat dayîn.

Polîsên Israîlê beriya vê jî zarokekî 12 salî kiribûn hedef.

Polîsan belasebeb, zarok binçav kiribûn.

4 polîsên biçek, bi darê zorê zarok girtibûn. Kesên li derdorê dema binçavkirina zarok qeyd kiribûn.

Gelo zarok birin ku derê? Derbarê vê yekê de tu agahî tune ye.

Li gorî agahiyên Komeleya Êsîrên Filistînê, di hepsên Israîlê de nêzî 200 zarok hene.

Hêzên Israîlê li Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilat, operasyonan dikin û Filisitîniyan binçav dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE