Zirara ku artêşa Azerbeycanê dide hêzên Ermenistanê dewam dike

Zirara ku artêşa Azerbeycanê dide hêzên Ermenistanê dewam dike

Hat ragihandin ku hêzên Ermenistanê digel agirbestê li îstiqametên cuda yên eniyê gule berdan eskerên Azerbeycanê û artêşa Azerbeycanê jî gelek zirar da hêzên Ermenistanê.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê, pevçûn zêdetir li aliyê Axdam, Hocevend û Gubadliyê çêbûn.

Di 24 saetan da 4 pergalên moşekan a Gradê, 10 cure top, 3 kamyonên tije muhîmat in, 5 wesayîtên Ermenistanê hatin îmhekirin û gelek personelên eskerî yên artêşa Ermenistanê jî hatin berterefkirin.

Hat gotin hêzên Ermenistanê ji ber ku li hin herêman derbeyeke giran xwarin, çek û eskerên wî zayî bûn mecbur man ku vekişin.

Hat ragihandin li eniyê kontrol di destê artêşa Azerbeycanê da ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE