Ziyareta Sirbistanê ya Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji ber ku sê welatan destûr nedan balafira wî derbas be, hat betalkirin.
Di nûçeyên çapemeniya Sirbistanê da hat gotin ji ber ku Qeredax, Makedonyaya Bakur û Bulgaristanê destûr nedan ku balafira Lavrov derbas bibe ziyareta wî hat betalkirin.
Hat daxuyandin Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic wê îro bi Balyozê Belgradê yê Rûsyayê Aleksandar Bocan-Harcenko ra li ser vê mijarê biaxive û di nav rojê da jî axaftineke ji bo gel bike.
AA