Ziyareta Trump a li Iraqê

Trump li Enbara Iraqê Baregeha Eskerî ya Aynul Esedê ziyaret kir.

Ziyareta Trump a li Iraqê

Serokê Emerîkayê Donald Trump bi awayekî sûrprîz çû Iraqê. 
Trump çû baregeha Eyn el-Esed’ê ya li Enbarê û sersala leşkerên Emerîkayî pîroz kir. 
Li ser biryara vekişîna ji Sûriyeyê Trump behsa axaftina xwe ya bi Erdoğan re kir. 
Trump got “Bi serok Erdoğan re axivîm, ew jî dixwaze DEAŞ’ê têk bibe.”

Trump got fermandarên leşkerî xwestine ku vekişîna ji Sûriyeyê were taloqkirin, lêbelê min qebûl nekiriye. 

Trump li ser rewşa li Iraqê jî xeber da. 

Got planeke wan li ser vekişîna ji Iraqê nîne û ger hewce be li dijî DEAŞ’ê ew dikarin Iraq’ê wek baregeh bi kar bînin. 

Trump 3yem serokê Emerîkayê ye ku çûye Iraqê. Di sala 2003an de George W. Bush, di sala 2009an de jî Barack Obama çûbû Iraqê. 

Dîroka nûkirinê: 27 Kanûn 2018, 17:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE