Zurabîşvîlî bû serokomara jin a ewil ya Gurcistanê

Salome Zurabîşvîliya hikûmetê piştgrî dayê ji sedî 59,54ê rayan sitand û bû serokkomar jin a ewil ya Gurcistanê

Zurabîşvîlî bû serokomara jin a ewil ya Gurcistanê

Di tura duduyan a hilbijartina serokomariyê ya Gurcistanê da duh Salome Zurabîşvîliya hikûmetê piştgrî dayê ji sedî 59,54ê rayan sitand û bû serokomar jin a ewil ya welêt.

Di tabloya weşana zindî ya malpera Komisyona Hilbijartina Navendî ya Gurcistanê da hat diyarkirin ku ji sedî 99,92yê sandiqan hatin vekirin.

Li gor vê Zurabîşvîliyê ji sedî 59,54ê rayan, Grîgol Vaşadzeyê namzedê mixalefetê jî ji sedî 40,46ê rayan sitand.

- Serokomara jin a ewil

Saloma Zurabîşvîlî li gor guherîna qanûna bingehîn a dawîn ya Gurcistanê bû serkomara dawîn û a ku bi destê gel tê hilbijartin. Wekî mayîn Zurabîşvîlî bû serokomara jin a ewil ya welêt.

Zurabîşvîliya ku li Fransa û Amerîkayê perwerde dît ji sala 1997an vir da di nûnertiyên dîplomatîk ên Fransayê yên li welatên cuda da hin wezîfe kirin. Zurabîşvîliyê di navbera 2003-2004an da Balyoztiya Tiflîsê ya Fransayê kir.

Zurabîşvîliya 66 salî ya ku di sala 1952yî da li Parîsa paytextê Fransayê hat dinyayê di heyama Mîhaîl Saakaşvîliyê Serokomarê wê demê da di salên 2004-2005an da wekî Wezîra Karên Derva wezîfe kir.

Zurabîşvîliya ku ji kabûneya Saakaşvîlî veqetiya di sala 2006an da partiya "Rêya Gurcistanê" ava kir. Zurabîşvîliya parlamenter ji bo bibe namzed serî lê xist ku ji welatîbûna Fransayê derkeve.

Li bendê ne ku serokomara teze di 16ê berfanbarê da sond bixwe û dest bi wezîfeyê bike.

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2018, 12:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE