Du malbatên din beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn

Nobeta dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dewam dike û du malbatên din jî beşdarî çalakiyê bûn.

Dayikên Diyarbekirê ji revandin û derxistina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin û ji bo vê jî ji 3ê îlona 2019an vir va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan di roja 499em da didome.

Fîkret Koçê bavik ji bo Îzzetê kurê xwe yê ku 8 sal berê ji Wanê birin serê çiyê û Samî Dolaşê bavik ji bo Bunyamînê kurê xwe yê ku 5 sal berê ji Bîngolê birin serê çiyê beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.

Koçê bavik daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, Îzzetê kurê wî 8 berê di 22 saliya xwe da got "ez ji bo xebatê diçim derveyî welêt" û ji malê derket û wan ji wê rojê pê va tu xeber jê hilnedaye.

Koç daxuyand ku wî çalakiya rûniştinê ya dayikan di têlevîzyonê da dît û ew ji bo ku bigihêje kurê xwe hat vê derê û wiha dewam kir, "Merivan dixapînin. Birayan dixin dijminên hev."

Samî Dolaşê bavik jî got ku kurê wî 5 sal berê wexta ku zanîngeh dixwend, di 19 saliya wî da ew xapandin û birin serê çiyê.

Dolaş got, "Ez dizanim ku ji vê derê (avahiya bajêr a HDPyê) çûye." û daxuyand ku wî pir bîra kurê xwe kiriye.

Dolaş wiha axivî, "Bira kurê min vegere, xwe bispêre dewleta xwe. Em nizanin bê ka kurê min mirî ye sax e. Diya wî perîşan e. Heke dijî, dengê min dibihîze bira were, teslîmî edaletê bibe."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.