“Ewropa li Bîlalê xwe digere”

Li Elmanyayê rêxistina ciwanî ya civaka îslamî ya mîllî görüşê, pêşbaziya banga herî xweş kir. Di pêşbaziyê de ji du beşên cuda du kes bi dengê xwe yên herî xweş bûn yekemîn.

Pêşbazî li bajarê Recklinghausena Elmanyayê pêk hat.

Rêxistina ciwanî ya Civaka Îslamî ya Mîlî Görüşê pêşbazî bi rê ve bir û 3 endamên jûriyê guh dan ciwanan.

Di beşa temenê 13 û 17 saliyan de ji Hamburgê Bünyamin Bozkurt bû yekemîn.

Di beşa temenê 18 û 25 saliyan de jî ji herêma Ruhr-Ayê Ahmet Faruk Berber bi banga xwe ya herî xweş bû yekem.

Şîrove Bike