"Ez dixwazim bila hinek werin ku ez vî îşî hînî wan bikim”

Yaşar Elbir 79 salî ye. Ji zarokatiya xwe heta niha vî îşî dike.Ew li ser dezgeha xwe 100 salî xaliyan çêdike. Elbir dibêje:Ez hêj 4-5 salî bûn min wek şagirt dest bi vî karî kir.Di wextê me de, di wextê zarokatiya me de nêzî 9-10 hezar ji van dezgehan hebûn. Niha dezgehek tenê maye û ew jî ya min e. Ji zanîngehê gazî min kirin, ez çûm min 3-4 dezgeh ji wan re çêkirin. Niha li wê derê xwendekar kurs dibînin.Dema ez bimirim ev pîşe jî dê bi min re were jibîrkirin û biçe. Ez dixwazim bila hinek werin ku ez vî îşî hînî wan bikim.

Elbir xalîçeyên xwe difiroşe derwelêt jî.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.