Hem kedkar in hem şampiyon

Klûba Ciwanî û Fealîyetên Sporî ya di bin banê Şaredariya Kayapinarê de serkeftinên mezin bi dest dixe. Şampiyoniya Tirkiyeyê îsal li Antalyayê hat lidarxistin û di vê şampiyoniyê de Klûba Şaredariya Kayapinarê jî deh madalya bi dest xistin. Ev şampiyon ji bilî sporê di tekstîlan de jî dixebitin û niha di hedefa werzîşkarên kedkar de şampiyoniya cîhanê heye.

Di Klûba Ciwanî û Fealiyetên Werzişî ya di bin banê Şaredariya Peyasê de perwerdeya spora Wushuyê jî tê dayîn.

Di vê klûbê de Tîma Wushuyê jî di dereceyên cuda de li Antalyayê 10 madalye bi dest xistin.

Hin werzişkarên ciwan di atolyeyên tekstîlê de dixebitin û ji malbatên xwe re dibin alîkar.

Werzişkarên kedkar piştî kar jî di tesîsa şaredariyê de bi spora Wushyê re mûjil dibin û amadehiya misabeqeyên dijwar dikin.

Hatice û Yeter Turhan her du xwehên hev in û di nav şert û mercên dijwar de serkeftinên mezin bi dest xistine.

Oya û Ceylan Opçin jî xwehên hev in, wan jî di vê wushuyê de serkeftinên mezin bi dest xistine û xebatên xwe didomînin.

Niha di hedefa klûbê de şampiyoniya cîhanê heye ku dê di meha Gulanê de li Bulxaristanê were lidarxistin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.