1. Festîvala soberiyê ya gola Vanê

Festîvala ku bi soberî û noqaviyê dest pê kir wê heta 23ê Tîrmehê dewam bike 

1. Festîvala soberiyê ya gola Vanê

li Vanê "yekemîn festîvala soberiyê ya behra Vanê " tê kirin. bi sedan ciwan ji bajarên derdorê hatin festîvalê. festîvala ku ji aliyê şaredariya bajarê mezin ve tê kirin wê hefteyekê dewam bike.  

Li Vanê Festîvala Yekemîn a Soberiyê bi çalakiyên rengîn dest pê kir. 

Festîval ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê tê kirin. Komeleya Aktîvîstên Gola Vanê jî piştgiriyê dide festîvalê. 

Beşdar 4 kîlometreyên di navbera Çiyayê Artosê û Girava Akdamarê de  bi soberiyê xelas kirin. 

Kesên ku qeweta wan negihîşt parkurê xelas bikin bi tekneyan çûn giravê. 

Di çarçoveya Festîvala Yekemîn a Soberiyê a Behra Wanê de wê her roj li cihekî cuda çalakiyên soberî û noqaviyê bên kirin. 

Festîvala ku aktîvîteyên wek konser û kampê jî tên wê heta 23ê Tîrmehê dewam bike. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE