Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê ji bo rêgirtina nêçîra qaçax a kefalên mirwarî ku di navbera 15ê nîsanê-15ê tîrmehê da ji bo danîna xerzan û lihevzêdebûnê koçî avên şêrîn dikin, kontrolên xwe didomînin.
Di vê çarçoveyê da ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Navçeya Mûradiyeyê û Tîma Botê ya Erdîşê li Taxa Karahanê operasyon bir ser herêma Ava Bendîmahiyê ku masî koçî wir dikin.
Ekîban di operasyonê da 350 metre tora ku li du noqteyên avê hatibû ragirtin bi dest xistin û herwiha 10 ton masiyê kefal ku ketibûn torê, cardin berdan avê.
Ekîban herwiha li ciyê bûyêrê di hundirê telîsan da 200 kîlogram kefalên mirwarî jî dîtin. Ekîban qayîka fîber, tor û masiyên girtî radestî Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Navçeyê kirin.
- "Di vê serdemê da dijminê herî mezin ê kefalê mirwarî, însan in"
Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Berhemên Avê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Dr. Mustafa Akkuş di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ekîbên cendirmeyê ji bo parastina kefalên mirwarî roj û şev kontrolên xwe didomînin.
Akkuş diyar kir ku ekîban li Ava Bendîmahiyê operasyoneke mezin li dar xist û wiha dewam kir:
"10 ton masî di toran da zindî hatin girtin û jinûva li avê hatin vegerandin. Ev bi rastî tê wateya parastina nanê 15 hezar însanî ku debara xwe ji Gola Wanê dikin. Di vê serdemê da dijminê herî mezin ê kefalê mirwarî, însan in. Divê em vî masiyî biparêzin. Lewma jî ez gelekî sipasiya ekîbên cendirmeyê dikim."
AA