100 hezar qerqewîl û kewên gozel mezin kirin û berdan çolê

Midûriyeta Giştî ya Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî ya Wezareta Çandinî û Daristanan ji bo parastin û domandina jiyana xwezayî, qedera 100 hezar qerqewîl û kewên gozel ku sala 2019an hatin mezinkirin, berdan çolê.

Li borî daxuyaniya Wezaretê, di çarçoveya birêvabirina jiyana kûvî ya domdar da di îstasyonên kurkê yên ji bo cinsên ku nesla wan li ber qelînê ye hatine avakirin da her sal bi hezaran qerqewîl û kewên gozel tên mezinkirin û dû ra tên berdan.

Di vê çarçoveyê da îsal 75 hezar kewên gozel ku di kurkên li Şuhuta Afyonkarahîsarê, Erîkçeya Gaziantepê, Kapiçama Kahramanmaraşê, Malatya, Yozgat û Kelkîta Gumuşhaneyê da hatin mezinkirin û herwiha 22 hezar qerqewîlên ku li Navendên Mezinkirina Qerqewîlan ên Gelemena Samsunê û Polonezkoya İstanbulê hatin mezinkirin, ji bo jiyana kûvî hatin berdan. Bi vî awayî sala 2019an tevî cinsên bibask ên din va qedera 100 hezar balinde ji bo çolê hatin berdan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE