110 hezar kes hatin temaşekirina masiyan

Koça masiyên Behra Wanê dewam dike…

110 hezar kes hatin temaşekirina masiyan

Di betlaneya cejnê de 110 hezar kes hatin temaşekirina masiyan.

Wextê hêkberdana masiyên Behra Wanê hat. Bi milyonan masiyên Behra Wanê bi çem û çayan ve hildikişin.

Ev der li ber ava Delîçayê ya li Erdîşa Wanê ye… Her sal van çaxan masiyên Behra Wanê ji bo hêkên xwe berdin bi avên çem û robaran hildikişin.

Ev koç jî bala welatiyên herêmê zahf dikişîne.

Îsal di betlaneya cejnê de zêdetirî 110 hezar geştiyar ji bo dîtina masiyan hatin.

Masiyên Behra Wanê di heyama hêkberdanê de tên parastin û girtina wan ji bo 70 rojan tê qedexekirin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE