16emîn mihricana çand, huner û qeresiyan li rişmila navçeya mêrdîna hat lidarxistin. bi vê festîvalê hem çand û berhemên herêmê hem jî bajar tê nasandin. di mihrîcanê de cotkarên qeresiyên herî xweş jî hatin xelatkirin.
Qeresiyên Mêrdînê ji fîdeya kinêrê tên tehimandin û aromayeke wê ya xweş heye.
Bi minasebeta navdariya qeresiyan li Rişmila Mêrdînê bi salan e Festîvala Çand, Huner û Qeresiyan tê lidarxistin.
Bi van mihrîcanan hem çand û qeresiyên Mêrdînê tên nasandin hem jî cotkar tên teşwîqkirin.
Cotkarên ketin dereceyê di mihrîcanê de xelatên xwe wergirtin.
Welatî jî ji festîvalê razî ne û dixwazin her sal çêbe.
Di mihricanê de welatiyan bi konser û koma ribabê kêf kir.
Mihrican cara ewil beriya 22 salan hatibû lidarxistin. Piştî navbera pandemiyê ya 16an vê hefteyê hat kirin.