16 sal e zarokê otîstîk yê ku wek ewlad hildaye bi şewqetê xwedî dike

16 sal e zarokê otîstîk yê ku wek ewlad hildaye bi şewqetê xwedî dike

Şefika Kurta 50 salî ya li Kirklareliyê dijî 16 sal e bi Oguzhanê otîstîk ra eleqedar dibe û bi şewqeta dayiktiyê li wî miqate dibe.

Şefika Kurt dema çû ziyareta birayê xwe li kargeha wî dayika Oguzhan nas kir. Paşê dema çû mala birayê xwe dîti ku dayika Oguzhan wî daye jinbira xwe ku ew demekê lê miqate be. Ji wê rojê vir va di navbera Şefîka Kurtê û Oguzhan da têkiliyek ava bû.

Kurt û dayika Oguzhan bûn heval û hîn bû ku diya wî nikare li Oguzhan binêhêre û dixwaze wî bide yurdeke lênihêrandinê. Li ser vê Kurt pir xemgîn bû û got ew dikare li wî miqate bibe.

Piştî wê rojê Kurt li mala xwe li Oguzhan nihêrî û wek ewladê xwe jê hez kir.

Dayika Oguzhan piştî demekê êdî nehat teseliya kurê xwe û 2017an da Kurtê ji malbata wî ra got ew dixwaze wî wek ewlat xwedî bike.

Li ser destûra malbatê Kurtê Oguzhan wek ewlad li ser nifûsa xwe qeyd kir.

Kurt piraniya roja xwe bi Oguzhan ra derbas dike û di hefteyê da pênc rojan bi kurê xwe ra tê Dibistana Pîşeyî ya Perwerdeya Taybet a Bîlal Yapici. Kurekî 23 salî yê Kurtê jî heye û ser guhê wê timî li ser Oguzhan e.

Dema ku dibêje "Dayê" pir kêfxweş dibe

Kurtê ji nûçegihanê AAyê ra got, dema ku kurê wê yê otîzmê jê ra dibêje "dayê" ew pir kêfxweş dibe.

Kurtê destnîşan kir ku wî û Oguzhan di sala 2006ê da hev nas kirin û careke din jî ji hev neqetiyan û wiha dewam kir, "Di 16 mehiya xwe da hê nikaribû li ser lingê xwe bisekine. Qet ranediza, timî digiriya. Min dît ku ne rehet e, min ew bir ser doxtor. Doxtor got, 'baş fehm dike lê tu dîsa jî here fakulteyekê'. Paşê hêrsa wî dihat û nobet derbas dikirin. Em çûn fakulteyê, li ser xeberdan û meşa wî sekinîn û em hîn bûn ku otîzm pê ra heye."

Kurtê daxuyand, ew bi şans e ku Oguzhan nas kir û wiha dewam kir:

"Ji ber ku min nexwest biçe wargehê me lê nihêrî. Min got 'Ez ê li Oguzhan binihêrim. Oguzhan kurê min e.' Pir ji me hez dike, em jî wisa zehf jê hez dikin."

Kurtê got ew bi qasî kurê xwe yê ku aniye dinyayê ji Oguzhan hez dike û wiha dewam kir, "Heger min jinûva dest bi jiyanê bikira min ê Oguzhan dîsa wek ewlad hilda. Ew çawa ji me hez dike em jî wisa jê hez dikin. Ez di wê fikarê da me ku dema ez bimrim dê kê li lê binihêre. Min dixwest li malbata xwe bigere. Ji ber vê yekê, dema ez mirim, belkî xwedî li wî derkevin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE