18. mihrîcana zarok û ciwaniyê ya Vanê

Rojê 300 zarok tevlî mihrîcanê dibin û bi hev re demeke xweş derbas dikin

18. mihrîcana zarok û ciwaniyê ya Vanê

Midûriyeta şanoyê ya Wanê ji bo zarokan 18emîn mihrîcana zarok û ciwaniyê li dar dixe. Şanoger ji bo mihrîcanê ji bajarên din hatin Wanê. Hat eşkerekirin ku rojê 300 zarok tevlî mihrîcanê didin.

Midûriyeta Şanoyê ya Wanê ji bo kêfa zarokan bîne dest bi xebatekê kir.

Rêvebiran biryar da ku 18emîn Mihrîcana Zarok û Ciwaniyê li dar bixin.

Gelek şanoger ji bajarên wek Enqere, Stenbol û Bursayê hatin mihrîcanê.

Di mihrîcanê de şanoger lîstikên wek ‘Sinco Akilli Sincap, Altin Kiz, Siz Ne Dersiniz’ dilîzin û kêfa zarokan tînin.

Hat eşkerekirin ku rojê 300 zarok beşdarî mihrîcanê dibin û bi hev re demeke xweş derbas dikin.

Mihrîcanê di 8ê Hezîranê de dest pê kir û wê heta 15ê Hezîranê dewam bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE