200 hezar ton rekolteya genim tê pêşbînîkirin

Li Kargeriya Çandiniyê ya Ceylanpinarê 200 hezar ton rekolteya genim tê pêşbînîkirin

200 hezar ton rekolteya genim tê pêşbînîkirin

Li Kargeriya Çandiniyê ya Ceylanpinarê ya girêdayî Midûriyeta Giştî ya Kargeriyên Çandiniyê yên Wezareta Çandinî û Daristanê (TÎGEM), ji genimê ku bi 167 makîneyên dirûnê tê dirûn, 200 hezar ton rekolte tê pêşbînîkirin.

Li Kargeriya Çandiniyê ya Ceylanpinarê ya ku di qada xwe da kargeriya herî mezin a Tirkiyeyê ye, ji xeynî xwedîkirina ajalan, berhemên çandiniyê yên wekî şolik, ceh, genim, nîsk, gilgil û guleberoj tên ajotin.

Li kargeriya qerase ya ku wekî "depoya dan û dexl" tê zanîn, dirûna genim a ku dawiya gulanê dest pê kir, bi 167 makîneyên dirûnê û her wiha bi 96 kamyon û 800 karkerî va didome.

Tê pêşbînîkirin ku dirûn dê heya hefteya ewil a tîrmehê bidome.

Alîkarê Midûrê Kargeriya Çandiniyê ya Ceylanpinarê Osman Topçu ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew kêfxweş in ku piştî dirûna şolik, nîsk û ceh, wan dest bi dirûna genim kir. 

Topçu destnîşan kir, li ser 381 hezar û 700 dekar erdî dirûna genim didome û wiha dewam kir, "Niha karê dirûna genim berdewam e. Em îsal 200 hezar ton ber û berhem pêşbînî dikin. Ev mehsûlê ku em hildidin, em li tesîsên me yên modern ên tovhazirkirinê bêjîng dikin, derman dikin, pakêt dikin û bi wî awayî ji cotkarên welêt ra dişînin. Berhemên me bi awayekî cidî bi kêrî aboriya welêt tên."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE