200 lîreyê ku bi şaşî hatiye çapkirin

Esnafê seyyar Arslan dixwaze bi vî pereyi xaniyekî an jî wesaîtekê bikire.

200 lîreyê ku bi şaşî hatiye çapkirin

Li Kızıltepeya Mardinê, esnafê seyyar Hesen Arslan, dema ku tişt difirotin, welatiyekî 200 lîre da wî. Pişt re hat tespîtkirin ku ew pere bi şaşî hatiye çapkirin. Arslan niha dixwaze wî pereyî bifroşe û ji xwe re xaniyekî an jî wesaîdekê bikire.

Her roj dadikeve nav kuçe û kolanan…

Tax bi tax digere û tiştên li ser dezga xwe difroşe.

Hesen Arslan li Kızıltepeya Mardinê esnafê seyar e

Wî dema ku tiştên xwe difrotin welatîyek hat 200 lîre pere da wî.

Arslan pişt re ew pere bir bankayê û tespît kir ku ev 200 lîre bi şaşî hatiye çapkirin.

Esnafê seyyar niha dixwaze vî pereyi bifroşe koleksiyoneran û ji xwe re xaniyekî an jî wesaîdekê bikire.

Arslan niha li benda koleksiyoneran e ku vî pereyî bide wan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE