21. festîvala penêrê qeşer a Göle’yê

Di festîvalê de danasîna penêrê navdar ê qeşer hat kirin  

21. festîvala penêrê qeşer a Göle’yê

li Golana Ardahanê 21. festîvala penêrê qeşer hat lidaxistin. di festîvalê de qalibekî qeşerê yê hezar kîloyî hatibû amadekirin. ev penêr li mêvanan hat belavkirin. her wiha di navbera zarokan de pêşbirkên gulaşê jî hatin kirin.hunermendan stran gotin, welatiyan jî govend gerand.  

Li navçeya Golanê ya Erdaxanê 21. Festîvala Penêrê Qeşer hat lidarxistin. 

Parlamenterê AK Partiyê Orhan Atalay, Waliyê bajêr Hüseyin Öner û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn. 

Welatiyên ku beşdarî festîvalê bûn jî bi têra dilê xwe kêf kirin. 

Her wiha di çarçoveya festîvalê de golika herî xweş hat hilbijartin û di navbera zarokan de jî pêşbirkên gulaşê hatin kirin. 

Ji bo danasînê, qalibekî penêr ê hezar kîloyî hatibû amadekirin.  

Ev pênir li welatiyan hat belavkirin.  

Hunermendên herêmê kilam û stran gotin, welatiyan jî govend gerand. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE