23yê Nîsanê cejna zarokan

Xwendekarê biçûk bi mîkrofona TRT Kurdiyê nûçegihanî kir...

Cejna zarokan a 23’yê nîsanê li seranserê welêt tê pîrozkirin. Li Gevera Hekariyê jî xwendekarekî biçûk bû nûçegihanê TRT KURDÎyê. Nûçegihanê biçûk bi hevalên xwe re hevpeyvîn kir.

Bi şal û şewqeya xwe bû nûçegihanê TRT Kurdiyê.

Li Gevera Colemêrgê xwendekarekî biçûk, di çarçoveya pîrozbahiyên Cejna Zarokan a 23’yê Nîsanê de bû nûçegihanê me.

Xwendekarê ku mîkrofon girt destê xwe, di bin berfê de bi hevalên xwe re hevpeyvîn kir.

Xwendekarên ku ji bo nûçegihanê biçûk axivîn jî bi stranên xwe hevpeyvîna hevalên xwe geş û xweş kirin.

Dîroka nûkirinê: 23 Nîsan 2019, 16:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE