25 sal in hiriyê vediçire

Ji bo ku sîparîşan bigihîne hiriyê bi makîneyê vediçire…

25 sal in hiriyê vediçire

Êdî gelek kes nivînên ji hiriyê çênakin û bi kar nayînin. Lê hoste Rıfat Kırar 25 sal in, li Wanê di atolyeya xwe de vî karî dike. Li bajêr zêde dikanên ku nivînên ji hiriyê çêdikin tune ne, loma Kırar li vê derê deng vedaye.

Him ji bo tenduristiyê baş in him jî di şevên zivistanê de germtir digirin.

Her çiqas weke berê, qîmeta nivînên ji hiriyê tunebe jî li Wanê hêj gelek kes dikirin.

Hosteyê 25 salan ji bo ku sîparîşan di ber re bigihîne hiriyê bi makînevediçire û çêdike.

Li gorî yên silîkon û sûngerên plastîk, nivînên hirî bi hatir in.

Lê hostayê vî karî dibêjê; li gorî meteryalên tekstîlên din him zirara hiriyê tune ye him jî xewa di nava nivînên hirî de xweştir e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE