Li Silopiya Şirnexê, xwendekarên dibistana bilind a meslekê cara 3yan ji bo kesên bi sendroma downê şahî li dar listin. Ciwanên bi sendroma downê têra dilê xwe govend gerandin û kêf kirin.
Xwendekarên Dibistana Bilind a Meslekê ya Zanîngeha Şirnexê, ji bo kesên bi sendroma downê şahî li dar xistin.
Di şahiyê de têr mûzîk û govend hebû.
Kesên astengdar ligel rayedarên bajêr, mamoste û xwendekarên zanîngehê govend gerandin û stran gotin…
Bi saya projeya xwendekarên dibistana bilind, astengdaran kêf kir.
Di dawiyê de xwendekar, mamoste û rayedar ligel mêvanên şahiyê, wenê dan kişandin.