35 sal in her zivistanê li çıyayên Şırnakê, wesaîtên mezin temîr dike. Necat Bozê 60 salî tevî ku wextê wî yê teqawidbûnê hatiye jî dev ji karê xwe bernade.
Wextê berf dikeve karê wî jî dest pê dike.
Necat Bozê 60 salî di Midûriya Riyan de karker e.Ev 35 sal in her zivistanê li çiyayên Şırnakê dimîne; wesayîdên kar ên saziyê temîr dike.
Ji 23 saliya xwe û vir ve di heman cihê de dişixule.Hêj jî weke roja ewil ji karê xwe hez dike.
Zivistanê barê wî giran e; carna ji ber riyên girtî bi rojan nikare here malê.Lê dîsa jî dixwaze heta bikaribe vî karî bike.