"40 hezar kesî Çiyayê Nemrûdê ziyaret kir"

Li Adiyemanê eleqeyeke mezin nîşanî Çiyayê Nemrûdê yê di Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire û wekî "ciyê herî baş lê derketin û qulibandina tavê tê temaşekirin" tê zanîn, didin.

"40 hezar kesî Çiyayê Nemrûdê ziyaret kir"

Li Adiyemanê eleqeyeke mezin nîşanî Çiyayê Nemrûdê yê di Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire û wekî "ciyê herî baş lê derketin û qulibandina tavê tê temaşekirin" tê zanîn, didin.

Çiyayê Nemrûdê yê li Kahtayê bi merzelên antîk, peyker û bermayiyên mîmarî yên lê hene û derketin û qulibandina tavê ya bêhempa eleqeyê ji turîstên xwecî û biyanî dibîne.

Ziyaretvanên ber bi nîvro hewl didin derkevin Çiyayê Nemrûdê kêmzêde 800 mêtreyî dimeşin û firsendê dibînin ku qulibandina tavê temaşe bikin.

Turîst hem bermayiyên dîrokî yên li çiyê dibînin hem jî li dema tav diqulibe mêze dikin. Turîstên xwecî û biyanî beriya tav biqulibe digihîjin Çiyayê Nemrûdê yê li 2 hezar û 150 mêtre bilindahiyê, dîmenên bêhempa dibînin û li wê derê wêneyan dikişînin.

Avabûna tavê

Frits Vriesê ji bo Çiyayê Nemrûdê bibîne ji Holandayê hat Adiyemanê diyar kir ku piştî meşa 800 mêtreyî ya dijwar hêdî hêdî derketin serê çiyê.

Vries destnîşan kir ku peykerên li vê derê zehf tesîrdar in û wiha axivî: "Ez du caran hatim Tirkiyeyê lêbelê ev cara ewil e ku ji bo avabûna tavê temaşe bikim hatim Çiyayê Nemrûdê."

Jole de Vresa xanima Frits Vries jî got tava li Çiyayê Nemrûdê diqulibe bêhempa ye û wiha pê da çû: "Ji bo avabûna tavê temaşe bikin em hatin Çiyayê Nemrûdê. Beriya ku werin vê derê me firsend dît û em li cihên dîrokî û çandî yên Adiyemanê geriyan. Tirkiye welatekî zehf xweş e. Meriv jî gelekî baş in."

Mustafa Yildizê ziyaretvan diyar kir ku ji bo vê derê bibînin ji Stenbolê hatin Adiyemanê û wiha got: "Dema meriv ji Çiyayê Nemrûdê li çiyayên din mêze dikin zehf xweş xanê dike. Beriya werin vê derê me rêwîtiyeke dijwar temam kir. Lêbelê ji bo avabûna tavê temaşe bikim ez derketim vê rêwîtiyê."

 "40 hezar kesî Çiyayê Nemrûdê ziyaret kir"

Mustafa Ekînciyê Midûrê Çand û Turîzmê yê Adiyemanê destnîşan kir ku vê havînê sezona turizmê li Adiyemanê bi qerebalixî derbas bû.

Ekîncî diyar kir ku di betlaneya eydê da ji sedî sedê otêlan tijî bû û wiha got: "Heke nivîn werin zêdekirin hejmara kesên tên Çiyayê Nemrûdê ew ê gelekî zêde bibe. Îsal di heyama turîzmê da 40 hezar kesî Çiyayê Nemrûdê ziyaret kir."AA

Dîroka nûkirinê: 26 Tebax 2019, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE