40 sal e bi hezkirinê karê qelakirinê dike

Yakup Yilmazê li Ereğliya navçeya Zonguldakê dijî 40 sal e pîşeya bav û kalên xwe dike.

40 sal e bi hezkirinê karê qelakirinê dike

Yilmazê 53 salî li Bazara Qelakeran 40 sal e li heman derê qelakeriyê dike û bi saya vî karî 2 zarok xwedî kiriye.

Li hemberî teknolojiyê hin kar û pîşe hene ku hindik maye ji holê rabin ku ji van yek jî qelakerî ye ku Yilmaz hewl dide ev pîşe ji holê ranebe.

- "Heta derfeta min hebe ezê vî karî bikim"

Yilmaz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand wî di 13 saliya xwe da li ber destê bavê xwe dest bi vî karî kiriye û wiha axivî: "Ev pîşe ji bav û kalên min ji min ra maye. Ev pîşe êdî nema. Heta derfeta min hebe ezê vî karî bikim. Du kurên min hene, ji destê yekî ev kar tê. Ez hewl didim hînî wî bikim. Heke piştî min ew vî karî bike ewê tenê bimîne."

Yilmaz anî ziman di nav heftê da 10 mişteriyên wî hene û wiha dewam kir: "Nifşên nû vî karî nizanin. Bi taybetî dibistan me vedixwînin ku ew ji xwendekaran ra behsa vî pîşeyê bikin. Em diçin hin dibistanên pîşeyê û di dersan da behsa vî karî dikin."

Hoste Yilmaz got ji ber ku bi tenê vî karî va debara wî nabe, ew karên din jî dike û got ew kesên dawîn in ku vî karî dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE