54 sal in berhev dike

Bi berhemên kevnare mala wî bû wek muzeya antîkayan.

54 sal in berhev dike

Bi berhemên kevnare mala wî bû wek muzeya antîkayan. Kazım Ertaşê 85 salî ku li Sûra Amedê dijî ev 54 sal in, li mala xwe berhêmên dîrokî yên antîka berhev dike.

 

Ertaş li çar aliyên welêt çi tiştên dîrokî dît, ew anîn mala xwe û kom kirin. Niha mala wî wek muzeya antîkayan e. Ji 50 salî zêdetir e ku tiştên dîrokî berhev dike…

Dengbêj Kazim Ertaş, pêşî bi meraqê dest pê kir. Niha jî li malê her der bi tişt û berhêmên dîrokî û tiştên antika tijî ne.

Ertaş wek koleksiyonerekî, ji çar aliyên welêt berhemên dîrokî kom kirine. Niha odeyeke xwe kiriye wek muzeyê

 

Dema ku li behêman dinêre rojên berê û dost û hevalên wî tên bîra wî û stranan distrîne.Ertaş, bi vî awayî xwedî li kevneşopiyê derdikeve.

  

Dîroka nûkirinê: 10 Tebax 2018, 10:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE