55 sal in berber e

Hosteyê salan 4 zarokên xwe jî hînî berberiyê kiriye.

55 sal in berber e

Yakup Tekin li Xinûsa Erziromê, ev 55 sal in berber e. Hosteyê salan bi qasî ciwanekî bi lez û jêhatî ye. Hoste Yaqûb karê xwe hînî 4 lawên xwe jî kiriye û niha bi hev re dixebitin.

Yaqûb Tekin hêj di 9 saliya xwe de bû çiraxê berberê gund. Piştî wê rojê dev ji kar berneda…

Yaqûb Hoste ev 55 sal in berberiyê dike. Bi salan re, karê xwe hînî zarokên xwe jî kir.

Berberê 64 salî niha tevî 4 zarokên xwe li Xinûsa Erzûrimê berberiyê dike.

Sal derbas dibin lê leza destê hoste Yaqûb wek xwe ye.

Hosteyê salan dibêje heya ji dest bê, wê karê xwe bidomîne û hînî nifşên nû bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE