7. Mihrîcana Kevokên Musilê

Di mihrîcanê de ji 500 kevokên delal 30 kevok ketin dereceyê

7. Mihrîcana Kevokên Musilê

Li Qosera Mêrdînê 7emîn Mihrîcana Kevokên Musilê hat lidarxistin. Di festîvalê de 500 kevokên gelek xweşik û delal hatin nîşandan. Ji wan 30 kevokên ji cisnên cuda, ji aliyê jurîyeke biyanî ve hatin vebijartin û bûn yekemîn.

Li Qosera Mêrdînê êdî miharîcanên kevokan tên lidarxistin.

Herî dawî mihrîcana 7an jî hate kirin.

Ji gelek bajarên Tirkiyê û Rêvebiriya Herêma Kurdistanê ya Iraqê 500 kevokên delal di mihrîcanê de hatin nîşandan.

Kevok li salona dawetê yek bi yek derxistin ber desteya juriyê ya ku ji derve hat.

Di mihrîcanê de 30 kevokên ji cisnên cuda bûn yekemîn.

Xwediyên kevokên delal bi kupeyan hatin xelatkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE