Li Mêrdînê di çarçoveya pîrozbahiyên “roja jinana a cihanê” de bernameya gera bi bisiklêtê hat lidarxistin. keç û jinên ku beşdarî bernameyê bûn, bi bisiklêtên xwe li kuçe û kolananên bajarê dîrokî geriyan.
Pîrozbahiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanê ji niha ve dest pê kirin.
Lê Mêrdînê bi hevkariya Wezareta Ciwanî û Sporê û Şaredariya Bajarê Mezin ger û geşta bisiklêtê hat lidarxistin.
Keç û jinên ku beşdarî bernayê bûn, bi bisiklêtên xwe li kuçe û kolanên bajarê dîrokî tûr avêtin.
Bi taybetî jî bisiklêtên ku bi balon û qurdeleyan hatibûn xemilandin, gelek bal kişandin.
Piştî bernameyê, Waliyê bajêr Mahmut Demirtaş û xanima wî spasî hemû beşdaran kirin.