80 sal in bi hev re bûn kal û pîr

Di zarokatiyê de ji hev hez kirin û qet ji hev veneqetiyan....

Dema ku mirov qala destaneke evînê bike divê mirov van her du eşiqan mînak bide. lewra 80 sali in bi hev re ne. şahidên eşqa wan jî 9 zarok û 40 neviyên wan in. li qûbîna batmanê abdülaziz akkurtê 93 salî û hevsera wî zekiye akkurta 103 salî ev 80 sal in bi hev re ne û eşqa wan hêj wekî berê ye.

Abdülaziz Akkurt 93, hevsera wî Zekiye Akkurt jî 103 salî ye.

Gava zarok bûne dil ketine hev û zewicîne.

Wekî destaneke evînê vv 80 sal in jî bi hev re dijîn.

“Em di biçûkahiyê de gihane hev. Ne ez mezin bûm, ne jî ew. Niha jî em sax in, bi hev re ne. “

Tevî emrên xwe yên dirêj, Abdülaziz Akkurt qet dev ji hezkirina jina xwe bernedaye û bê xanima wî sebra wî nehatiye.

“Ez bûm xulamê mala bavê wê. Bûm belaya serê wan. Min got yan hûnê keçikê bidin min, yan bidin. Ji wê rojê heta îro jî em zewicî ne. Ev 80 sal in em zewicî ne û hêj jî ji hev hez dikin.”

Abdülaziz Akkurt ji ber nexweşiya xwe, pir caran di nav nîvînan de ye.

Kêfa wî ya herî mezin jî sohbet û muhabbeta ligel xanima wî ye.

Di vî emrî wan ê dirêj de 9 zarok û 40 jî neviyên wan çêbûne.

Dîroka nûkirinê: 24 Çile 2019, 10:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE