Abdulselamê 5 salî Qur'an xitim kir

Abdulselam Akdoganê 5 salî yê ku li Ozalpa navçeya Vanê dijî par Qur'an xitim kir û bi vê zîrektiya xwe balê dikşîne.

Abdulselamê 5 salî Qur'an xitim kir

Abdulselam Akdoganê 5 salî yê ku li Ozalpa navçeya Vanê dijî par Qur'an xitim kir û bi vê zîrektiya xwe balê dikşîne.

Îmam Nuraş Akdoganê ji eslê xwe Hekariyê ye û ji ber wezîfeya xwe li Ozalpê dijî xwedî 3 zarokan e ku kurê wî Abdulselam yê herî mezin e.

Eleqeya kurê wî Abdulselam ya ji bo Qur'anê bala wî kişandiye û Akdogan xwendina Qur'anê hînî kurê xwe kiriye.

Abdulselam Akdoganê niha 5 salî ye bi saya bavê xwe par Qur'an xitim kiriye, paşê fêrî xwendina mewlûdê bûye.

Akdoganê 8 sal e meletiyê dike got kurê wî bi vê zîrektiya xwe va ji zarokên din ra dibe mînak û wiha axivî: "Wî hewl da û me jî piştgirî da wî. Di dawiyê da wî Qur'an xitim kir. 3 meh berê jî Mewlûda Şerîf xwend. Dema ez dersê didim zarokan ew jî tê. Tesîra wî li ser zarokan çêdibe. Ez bi kurê xwe serbilind im. Ew her tim bi min ra tê mizgeftê û nimêj dike. Ez bawer dikim ewê di dahatûyê da bibe alimekî baş û xizmetê bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE