Adem jî bi paraşûtê firiya

Çetirbazên Siirtî dilê Adem nehiştin û pê re firiyan

Adem jî bi paraşûtê firiya

Adem Îdîz xortekî 17 salî ye û astengdar e. Xeyaleke wî hebû. Dixwest wekî çetirbazan li ser geliyê botan bifire. Çetirbazan dilê Adem nehişt û ew jî bi xwe re firandin.

Adem Îdîz xortekî 17 salî ye û lingên wî seqet in.

Adem kengê çetirbaz werin Geliyê Botan diçe ba wan û bi kelecaneke mezin li wan temaşe dike.

Çetirbazan fêm kir ku Adem jî dixwaze wekî wan bifire.

Ji bo dilê wî xweş be gotin em jê re suprîzekê bikin. Adem jî hildan cem xwe û pê firiyan.

Ademê ku cara ewil bi paraşûtê firiya pir kêfxweş bû.

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 16:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE