Li mûşê wesayîtek ji ber cemedê di newalekê de asê ma. 4 kesên di wesayîtê de çiqas hewl dan jî nikaribûn wê derxin. Tîma afadê ligel cendirmeyan xwe gihandin hawara wan…
4 kes ji Farqîna Amedê ji bo masiyan bigrin ber bi Mûşê ve bi rê ketin.
Li Şengûkê nêçîra xwe kirin û xwestin vegerin.
Lê berf û qeşayê nehişt ku tirimbêla wan ji newalê derkeve.
Demildest bi telefonê xeber dan AFADê û ekîbên xilaskirinê.
Cendirme û koma AFADê gihîştin hawara wan.
Wesayîtên kar rê paqij kir, tirimbêl ji newalê kişand.