Ahlat bû "bajarê aram", hejmara turîstan lê zêde bû

Ahlata navçeya Bitlisê ya li devê Gola Wanê ye û îsal endamtiya "bajarê aram" wergirt, ji hêla turîstan va tê ziyaretkirin.

Ahlat bû "bajarê aram", hejmara turîstan lê zêde bû

Ahlata navçeya Bidlîsê ya li devê Gola Wanê ye û îsal endamtiya "bajarê aram" wergirt, ji hêla turîstan va tê ziyaretkirin.

Xelat îsal di Civîna Lijneya Îcrayê ya Cittaslowê ya Navneteweyî ya ku li Greve in Chiantidaya bajarê Îtalyayê çêbû da wek "bajarê aram" hat binavkirin. Ji ber vê hejmara turîstên tên navçeyê zêde bû.

Ji Urartuyan heta Osmaniyan şopên gelek şaristaniyan li navçeyê heye, ji her derê bêhna dîrokê tê. 

Goristana Meydanê ya Selçuqiyan a Xelatê ya ku Goristana Îslamê ya Tirkan a herî mezin e û di Lîsteya Berwext a Mîratên Çandî ya Dinyayê ya UNESCOyê da cih digre jî li navçeyê bala turîstan dikşîne.

Di nav 5 mehên ewil ên salê da ji 30 hezarî zêdetir turîst hatin navçeyê.

Şaredarê Navçeyê Abdulalîm Mumtaz Çoban ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand piştî mexdûriyetên terorê ji holê rabûn çand û dewlemendiya herêmê derkete holê û wiha axivî: "Hin taybetmendiyên Xelatê hebûn û me ji ber vê di lîsteya berwext a UNESCOyê da cih girt, lê em niha derbasî lîsteya esil bûn. Me ji bo serlêdana Cîttaslowê ya "bajarê aram" serî lê dabû. 200 şert ji me xwestin. Jixwe ew taybetmendiyên xwezayî li navçeya me hebûn. Em li gor planekê xebitîn û paşê me nasnavê 'bajarê aram' hilda."

Çoban got Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî girîngiyeke mezin dide Xelatê û spasiya wî kir ku ew navçeyê xwedî derdikeve û got Ereb, Tirk, Kurd hemû gel yek in û bi hev ra li navçeyê dijîn.

Şaredar Çoban anî ziman piştî unvana "bajarê aram" hatin û çûyîna navçeyê zêde bûye û ew ji ber vê eleqeyê gelekî kêfxweş in.

Şevket Keklîkê mamosteyê dîrokê ye û ji Kurtalana navçeya Sêrtê hatiye jî got di demên dawîn da danasîna navçeyê pir hatiye kirin û ew jî hatine ziyaret bikin.

Ziyaretvanên din Yilmaz Firat û Kudbettîn Bîlmez jî pesnê navçeyê dan û gotin Xelat cihekî xweş e û divê kesên din jî bên vê derê bibînin. 

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Hezîran 2019, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE