Ahlat wek “bajarê herî aram” hat hilbijartin

Saziya Cittaslowê heta niha 17 bajar û navçeyên Tirkiyê xistin lîsteyê....

Ahlat wek “bajarê herî aram” hat hilbijartin

Saziya Cîttaslowa Îtalyayê, li gorî 300 şertî bajar û navçeyan wek “bajerê herî aram” îlan dike. îsal di lîsteya saziyê de Xelata Bêdlîsê jî heye. Rêvebir û şêniyên xelatê bi vê nasnavê gelek serbilind in.

Yekîtiya şaredariyan Sîttaslow li seranserê cîhanê bajar û bajarokên aram û bêdeng hildibijêre.

Saziyê îsal Xelata Bêdlîsê ya xweşik jî wek “bajarê herî aram” îlan kir.

Rayedar û xelkê navçeyê bi vê unvanê gelek serbilind bûn.

Şaredarê Ahlata Bitlisê Abdulalim Mümtaz Çoban: “Ji bo vê nasnavê 300 şert lazim in. Bi xebata me û bi xwezaya Xelatê navçeya me ev 300 şert jî bi cih anîn. Ev yek ji bo welatê me jî ji bo navçeya me jî serkeftinek e. “

Ji xeynî Xelatê îsal Köyceğiza Muğlayê jî di lîsteyê de ye.

Niha bi giştî di nav lîsteya bajarên herî aram de 17 bajar û navçeyên Tirkiyê hene.

Dîroka nûkirinê: 27 Adar 2019, 17:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE