Li Karsê, ji ber roviyên ku ji bo xwarinê dadikevin ser riyan pirsgirêkeke mezin heye. Bi taybetî jî ajokarên li ser riya qamûşan û Karsê ji ber roviyan, gelek caran dikevin talûkeyê.
Li Karsê piştî berf heliya rovî ji bo warinê daketin ser riyan.
Sûcê wan tine, li pey xwarinê ne, lê ji bo trafîkê bûn pirsgirêkeke mezin.
Rovî li ser riya Qamûşan û Karsê ji nişka ve derdikevin ser rê û carna ji ber wan qeza çêdibin.
Ajokar ji qezayan ditirsin û di fikarê de ne.