Akademisyenan li ser dara ku 50 sal şûnda sêv da lêkolîn kirin

Akademisyenan li ser dara ku 50 sal şûnda sêv da lêkolîn kirin

 Li Mûşê dara sêvê ya li Çiyayê Kurtikê yê li 2 hezar û 645 mêtro bilindahiyê tê îdiakirin ku 50 sal şûnda sêv da. Kesên ku darê dibînin şaş û metel dimînin.

Prof. Dr. Yaşar Karadagê Alîkarê Rektorê Zanîngeha Mûşê û Dekanê Fakulteya Zanistên Pêkanînê û Firat Îşlekê hîndekarê Beşa Hilberîn û Teknolojiya Nebatan li baxçeyê Haci Îzettîn Gungor lêkolîn kirin.

Karadag û Îşlek piştî lêkolînê tesbît kirin ku dara tê îdiakirin 50 sal şûnda sêv da 120 salî ye.

Karadag destnîşan kir ku li welêt darên sêvê 80-90 salî hêşin dimînin.

Karadag got darên ku 80-90 salî zêdetir hêşin dimînin gelekî kêm in û wiha pê da çû: "Piştî lêkolînê derket holê ku dar 120 salî ye. Kêm caran dareke wisa emir kiriye li welêt tê dîtin. Dibê vê mijarê piçûk nebînin. Dar hat pîvandin. Li gor hesaban emrê darê hat hesabkirin. Darên ku jê hêla fîzyolojiyê va emrê xwe temam dikin ji bo domandina neslê xwe derbasî faza generatîf dibin û mêweyan didin. Ev di dawiya emrê daran da derdikeve holê."

Gungor jî got bi salan şûnda li ser darê sêv dîtin, şaş û metel man.

Gungor got di zaroktiya xwe da bi kalikê xwe ra bax paqij dikirin û kalikê wî gelekî ji vê darê hez dikir û wiha axivî:

"Lêbelê kêmûzêde 50 sal e sêv nedida. Îsal me li ser darê sêv dît û em şaş metel man. Lewra îsal hişkayî jî heye. Ji ber vê qet nedihat bîra me ku dar sêvan bide. Ji îro şûn da parastina vê darê karê ewladên min e. Ew ê jî ji ewladên xwe ra wekî mîrat bihêlin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE