Akdamar mazûvaniya "Mihrîcana Kulîlkên Behîvan" dike

Girava Akdamarê bi rengên biharê xemilî û ji bo "Mihrîcana Kulîlkên Behîvan" amade ye

Akdamar mazûvaniya "Mihrîcana Kulîlkên Behîvan" dike

Girva Akdamarê di nava Gola Wanê da wextê bihar tê û darên behîvan kulîlk didin, dîmeneke xweş dertê holê. Girav wê îsal cara ewil mazûvaniya "Mihrîcana Kulîlkên Behîvan" bike.

Girava Akdamarê her demsal xweş dibe. Van rojana jî darên behîvan kulîlk dane û girav bi kulîlkên xwe yên rengîn va di nava şînahiya Gola Wanê da û bi şinahiya xwe va dîmeneke pir xweş derxistiye holê.

Girav bi keştiyê 20 deqîqe dûrî navçeya Gevaşê ye. Girav li ber Çiyayê Artosê û bi rengên darên behîvê xemilî ye.

Tê plankirin ku sibê li giravê "Mihîrcana Kulîlkên Behîvan" were lidarxistin.

Di kordînasyona Midûriya Bajêr a Çand û Turîzmê da Walîtiya Wanê û Şaredariya Bajarê Mezin bi hev ra mihrîcanê li dar dixin û amadehiyên wê kuta bûn.

Li navçeya Gevaşê bi meşa kortejê va mihrîcan wê dest pê bike û welatî wê bi ferîbot û keştiyan herin giravê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE