Akgol bû cineta çivîkan

Akgola li Ozalpa navçeya Wanê ya ku car caran ava wê dimiçiqe piştî barana di van demên dawîn da barî ji 45 cure çivîkan ra bû hêlîn.

Akgol bû cineta çivîkan

Akgola li Ozalpa navçeya Wanê ya ku car caran ava wê dimiçiqe piştî barana di van demên dawîn da barî ji 45 cure çivîkan ra bû hêlîn.

45 cins çivîkên avê yên ku di nav wan da flamîngo jî hene zivistanê li Afrîkaya Bakur derbas dikin û ji bo xwe têr bikin û bêhna xwe bidin jî tên hewzeya Behra Wanê. Çivîkên ku hatin hewzeyê gihîştin Akgola berê ziha dibû lêbelê ji ber baranê tijî av bûye.

Bilindahiya ciyê golê 2 hezar û 320 mêtre ye, rûberê golê 407 hektar digre. Ji aliyekê va Akgol dişibe Gola Xoyê. Çivîkên tên golê li vê derê xwe têr dikin û bêhna xwe didin.

Çivîk piştî vê derê ji bo hêlînên xwe çêbikin û hêk bikin derbasî Gola Urmiyeyê û Behra Xezerê dibin. Dema di mijdarê da hewa êdî sar dibe jî çivîk dîsa koçî Afrîkaya Bakur dikin.

Dr. Erkan Azîzogluyê Hîndekarê Beşa Biyolojiyê ya zanîngeha Yuzuncu Yilê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku flamîngoyên zivistana xwe li Afrîkaya Bakur derbas dikin her biharê ji bo qut û hêkkirinê koçî hêlên li bakur dikin.

Azîzoglu got ku çivîkên avê biharê derbasî hewzeya Erez dibin û wiha pê da çû: "Hewzeya Behra Wanê li ser rotaya vê koçê ye. Ji hefteya ewil a sibatê pê va flamîngo ji Afrîkaya Bakur derbasî Hewzeya Wanê dibin, li vê derê bêhna xwe didin û derbasî Gola Urmiyeyê û Behra Xezerê dibin."

Azîzoglu diyar kir ku çivîk qasî 3 mehan li wan deran dimînin, hêk dikin û cûcikan derdixin paşê dîsa derbasî Hewzeya Behra Wanê dibin.

 


AA

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2018, 09:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE