Aliyekî çol, aliyekî cemser e

Her asteke çiyayê Agirî xwedî demsalên cuda ye

Aliyekî çol, aliyekî cemser e

Çiyayê Agirî ji bo ku devera herî bilind e wek banê welêt tê zanîn. Li vî çiyayî li her astekê demsalek heye. Li quntarên çiyê çolistan li jora çiyê jî hewaya cemserê heye.

Çiyayê Agirî bi 5 hezar û 137 mîtroyî wek banê welêt tê binavkirin.

Tevî bilindahiya xwe bi demsalên xwe jî cuda ye.

Niha li quntarên çiyê hewayeke çolistanê heye.

Germahiya jora çiyê jî di havînê de jî heta binê sifirê 20 pileyan dadikeve.

Ligel aliyên xwe yên cuda çiyayê agirî bala geştûguzaran dikişîne.

Di havînê de jî gelek kes ber bi lûtkeya çiyê ve dimeşe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE