Komeleya Perwerde, Çand, Alîkarî û Hevkariya Astengdaran (Tüm-Bul-Sev-Der)a ku li Bursayê ye, ji bo astengdarên li Muşê xebateke alîkariyê kir. Komeleyê bi alîkariya xêrxwazan ji bo 2 astengdarên Muşî saldalyeyên biteker kirîn û ji wan re şandin. Him astengdar him jî malbatên wan ji bo alîkariyê kêfxweş bûn.
Ji Bursayê alîkariyeyke ji bo astengdarên Muşê hat kirin.
Komeleya Perwerde, Çand,Alîkarî û Hevkariya Astengdaran (Tüm-Bul-Sev-Der)ê ji bo astengdarên li Mûşê dest bi xebatekê kir.
Di çaçroveya xebatê de bi alîkariya xêrxwazan du sandalyeyên biterker hatin standin. Dûv re hatin şandin Muşê.
Sandalye ji aliyê xebatkarên komeleyê ve teslîmî astengdaran hatin kirin.
Malbatên astengdaran ji bo alîkariyê spas kirin.
Komele dibêje ku heta niha 140 sandalye şandine Muşê û dê alîkariyên wan dewam bikin.