Alîkariya ji bo hespên birçî

Hesp ji ber berfê li çolê birçî man, şaredariyê ew êm kirin

Alîkariya ji bo hespên birçî

Li devera gopsa nêzî gundê xananis ê Colemêrgê, qefleyek hespên çolê ji ber berfê birçî man. piştî ku welatiyan xeber da şaredariyê, wezîfedar çûn cem hespan û ew êm kirin.

Li devera Gopsiya nêzî gundê Xananis ê Colemêrgê çogek berf ket.

Qefleya hespên çolê jî ji ber berfê nikare bigere, ji loma birçî ma.

Xananisiyan xeber gihand Şaredariya Colemêrgê. Xebatkarên şaredariyê çûn cem heywanan.

Wan gihayê hişk anî û da ber hespan.

Xebatkarekî belediyê got, ”ev hesp bi rojan birçî mane. Heke em jê haydar nebûna, dibû ku hemû hesp bimirana.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE