Li Diyarbekirê ekîbên şaredariyê kûçikê ku derbe xwaribû û li avzê bêtevger mabû xelas kirin. Li Bismilê jî kerê ku di heriyê de asê mabû hat derxistin.
Li Diyarbekirê kûçikek li avzê bêxwedî û bêtevger mabû.
Welatiyan xeber da şaredariyê.Hat tespîtkirin ku derb li kûçikê dane.
Ekîbên şaredariyê bi derziyê ew tevizandin û ji bo tedawiyê birin.
Li Bismilê jî kerek di heriyê de asê mabû. Ekîbên şaredariyê bi makîneya kar, ker ji heriyê derxistin.
Piştî tedawiya wê ew berdan.