Alîkariya ji bo malbata feqîr

Ji bo malbata Çelik xaniyek hat kirêkirin, hemû tiştên navê hatin kirîn

Alîkariya ji bo malbata feqîr

Li Sivereka Şanlıurfayê Kadriye Çelik û 6 zarokên xwe, nêzî 2 salan di binê kon de jiyan. Lê komeleya Rehmetê xwe gihand hawara malbatê. Komeleyê ji bo malbatê him xaniyek kirê kir, him jî hemû tiştên navê yek bi yek kirîn û bi cih kirin.

Li nava erdekî konek heye û tê de dayîkek û 6 zarokên xwe diman.

Mêrê Kadriye Çelikê beriya du salan top avêt.

Ji ber vê jî malbata Çelik mecbûr ma ku di binê konekî de bijî.

Malbatê bi rêncberî û alîkariya hin kesan debara xwe dikir.

Lê piştî xebera wan hat bihîstin, Komela Rehmetê ya li Şanlıurfayê ji bo alîkariyê zend û bend badan.

Komeleyê li navenda Siverekê ji malbatê re xaniyek kirê kir.

Paşê jî ji cih, hemû melzemeyên nava malê yek bi yek kirîn û bi cih kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE