Li Kızıltepeya Mardinê par xaniyê malbata Bayram Tekîn ji ber qontaxa ceyranê şewitîbû. Komeleya êtîm û sêwiyan ya Kızıltepeyê ji bo malbatê xaniyekî nû avakir. Xanî temam bû û teslîmê malbatê kirin.
Malbata Bayram Tekin li Kızıltepea Mardinê dijî. Sala par xaniyê malbatê ji ber qontaxa ceyranê şewitî, bû wêran.
Lê gelê Kızıltepeê xwedî li malbatê derket. Komeleya êtîm û sêwiyan ji bo malbata Tekin xaniyekî nû ava kir.
Hemû kar û barên xanî hatin kirin, tu kêmasiya wî nema.
Nêzî 100 hezar lîre pere ji bo xanî hat xerckirin. Dê û bav wê ligel zarokên xwe di vî xaniyî xweştir de bijîn.