Alîkariya ji bo sêwiyan

Weqfa Alîkariyê ÎHH ji Yalovayê alîkariya cil û bergan şand Ercîşê...

Alîkariya ji bo sêwiyan

Weqfa Alîkariya Mirovî ÎHH di çarçoveya projeya biratiyê de ji Yalovayê ji bo 170 zarokên sêwî melzemeyên alîkariyê şandin Ercîşê. Alîkarî ji aliyê rayedarên bajêr û nûnerên komeleyê hatin belavkirin.

Beriya cejnê, komele û weqf ji bo alîkariya zarokên sêwî hewl didin.

Weqfa Alîkariya Mirovî İHH jî di çarçoveya Pira Biratiyê de ji bajarên rojava ji bo sêwiyan îdaniyê dişîne bajarên rojhilat.

Di çarçoveya projeyê de şaxa Yalovayê ya İHH’ê ji bo 170 zarokî alîkariya cil û bergan şand Ercîşê.

Nûner û rayedarên Weqfê him zarok birin magazê û ji wan re îdanî kirîn him jî yek bi yek li malan geriyan û îdaniya wan belav kirin.

Zarok bi îdaniyên xwe şa bûn, xêrxwaz jî bi şabûna wan bextewar bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE