Karsazê xwedanxêr Şahin Otu ji bo xwendekarên gundê dayika xwe Erdaşînê, cil û berg şandin...
Bi kolîyan pêlav û montên zivistanê anîn dibistanê.
Ev der gundê Erdaşînê yê Darahênîya Çewligê ye.
Karsazê xwedanxêr Şahin Otu ji bo xwendekarên gundê dayika xwe ev tişt şandin.
Karsaz li 40 xwendekaran pêlav û mont belav kirin.
Midûrê Perwerdeyê ya Darahênê Remzi Dinler ji bo alîkariyê spas kir.
Xwendekarên Erdaşînê bi xêra alîkariyê dê vê zivistanê necemidin.